Radyoya artêşa rejîma sîyonîst: 7 qeyikên ji Fîloya Sumudê hatin desteserkirin
Li gorî raporên belavbûyî, hêzên behrê yên rejîma sîyonîst li avên navneteweyî yên Behra Navîn êrîşî Fîloya Cîhanî ya Sumud kirin û heft keştî desteser kirin.
Derbarê êrîşa li ser Fîloya Cîhanî ya Sumud de, ku ji bo gihandina alîkariya mirovî ji Xezzeyê re û şikandina dorpêça li ser Xezzeyê diçû Behra Spî, hûrgiliyên nû derketin holê.
Li gorî agahiyên ku li ser radyoya artêşê ya rejîma sîyonîst hatine belavkirin, hêzên deryayî êrîşî fîloyê kirin û ji 58 keştiyan 7 heb desteser kirin.
Heman çavkaniyê ragihand ku êrîş li avên navneteweyî yên nêzîkî girava Girîtê ya Yewnanîstanê pêk hatiye.
Fîloya Cîhanî ya Sumud di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di dema êrîşê de gelek qeyikan rastî astengkirineke tund a pergalên wan ên elektronîkî hatine û hinek qeyikên bi lez ên aîdî rejîma sîyonîst nêzîkî wan bûne.
Çalakvanan ragihandin ku lazer li ser qeyikan hatine avêtin, çek li ser wan hatine nîşandan û li ser dekê rêwerzên cûrbecûr ji beşdaran re hatine dayîn. Wan her wiha destnîşan kirin ku di pergalên ragihandinê yên filoyê de astengî hene û bangên awarte ji bo alîkariyê hatine kirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.