Ramanli: Armanca rejima sîyonîst îşxalkirina axên Filistînê ye

Ramanli: Armanca rejima sîyonîst îşxalkirina axên Filistînê ye

Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli, di civîna çapemenîyê ya ku li Meclîsê li dar xist de weha got, “Armanca rejima sîyonîst, çi şert dibe bila bibe domandina îşxalkirina axên Filistînê ye."

Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli, li Meclîsê bi civîna çapemenîyê rojevê nirxand.

“Banga bêçekkirina berxwedanê, tê maneya pêşkêşkirina Filistînê bi sênîya zêr ji îşxalkeran re ye”

Ramanli îfade kir ku, “Banga bêçekkirina hêzên berxwedanê nayê qebûlkirin.” Û dûre weha berdewam kir, “Armanca rejima sîyonîst, çi şert dibe bila bibe domandina îşxalkirina axên Filistînê ye. Îro li Şerîaya Rojava ya ku hema hema berxwedana çekdarî ketîye pileya sifirê jî îşxal bi sîstematîkî berdewam dike. Ev rastî li ber çavan e, digel vê rastîyê bangkirina bêçekkirina hêzên berxwedanê, tê vê maneyê ku hûnê Filistînê di nav sênîyên zêr de pêşkêşî îşxalê bikin.”

“Çeteyên kûrewî xwe xwe bi xwîna Xezzeyîyan têr dikin”

Ramanli derheqê Ropartora Taybet a Neteweyên Yekbûyî Francesca Albanese de jî axivî û dûre weha got, “Ev rapora ku hatîye belavkirin, ji 60î zêdetir şîrketan ku rasterast destekê didin rejima îşxalker, bi sûca hevparbûna ji sûcên herbê re sûcdar dike. Di heman demê de ev rapor, îfşa kirîye ku çeteyên kûrewî bi xwîna Xezzeyîyan xwe têr dikin. Divê bi lez û bez hemû fealîyetên van şîrketên ku têne qalkirin bêne sekinandin û ji ber hevkartîya qirkirinê di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de bêne darazandin. Alema Îslamê ku nêzê du sal e li hember qetlîaman wezîfeya xwe ya ji bo gelê Xezzeyê bikarneanîtîye, qet tiştek neke jî divê van xwînmijan beslî nekin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.