Rayedarek Emrîkayî: Ji bo merhaleya duyemîn a agirbestê li Xezzeyê bazarîyek mezin tê kirin
Washington, dibêje ku ji bona merhaleya duyemîn li pişt derîyan hevdîtin têne kirin. Emrîka, hêvî dike ku ew ê hêza îstîqrar a navneteweyî di mehên ewil a sala nû de li Xezzeyê were bicîhkirin.
Rayedarekî Emrîkayî, ji El Cezîreyê re derheqê merhaleya duyemîn de daxuyanî da. rayedar îfade kir ku di nav alîgiran de hevdîtinên zêde û zor dikin encax digel hemî astengîyan pêşveçûn heye.
Heman rayedar, îfade dike ku mizakereyên derheqê merhaleya duyemîn li pişt derîyan têne meşandin.
Plana Xezzeyê ya Serokê Emrîkayê Donald Trump û biryara Konseya Ewlehîyê ya NYyê, di merhaleya duyemîn de pêşbinî dikin ku Hamasê were bêçekkirin û rejima sîyonîst jî wê vekişe, ji bo vêya jî Washington dîplomatîkên zêde bikartîne.
Dibe ku hêzên navneteweyî di sehayê de bin
Rayedarê Emrîkayî îfade kir tê texmînkirin û hêvîkirin ku ew ê personelên Hêza Îstîqrar a Navneteweyî ya ku li Xezzeyê wezîfe bike ji serê sala nû ve werin bicîhkirin. Wî îfade kir ku di merhaleya ewil de ew ê an welatekî an jî du welat beşdarî bibin û wê bi vê şeklê dest pê bike dûre jî ew ê sazîya hêzê were berfirehkirin.
Hat îfadekirin ku ji bo vêya bi hinek welatên Ereb re jî hevdîtin têne kirin û berîya ku hêz li Xezzeyê were bicîhkirin “temîna hêzê, sazîya îfadeyê, plana bicîhkirinê, qaîdeyên angajmanê û desteka lojîstîkî” hatine hûqgilîkirin û ew ev hêz jî li herêmên ku HAMASê wan herêman kontrol dike wezîfe negirin.
Hêza polês a ku li Xezzeyê were çêkirin û li ser maseyê ye
Hat îfadekirin ku li maseyê derheqê hêza polês a ku li Xezzeyê were wezîfedarkirin jî tê axavtin û planên wê tê kirin.
Bireveberîya Trumpê zexta xwe zêde dike
Nûçeyên ku di çapemenîya Emrîkayê de derbas dibin, nîşan didin ku bireveberîya Trumpê ji bona ku merhaleya duyemîn were destpêkirin ji rejima sîyonîst re zextê dike.
Lê her çiqas jî agirbestê li ser qaxizê hatibe sekinandin jî rejima îşxalker tim û tim agirbestê îxlal dike û di encama wan îxlalkirinan de bi sedan Filistînî şehî dibin û birîndar dibin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.