
Rejîma sîyonîst di saetên paşîvê de êrîşê Xezzeyê kir: Bi tevî jin, zarok û pitikan Herî kêm 322 kes şehid bûn
Rejîma sîyonîst êrişên qirkirinê yên berfereh ser Xezzeyê dest pê kir. Di êrîşan de herî kêm 322 kes ku piraniya wan jin, zarok û pitik in şehîd bûn û bi sedan kes jî birîndar bûn.
Rayedarên tenduristîyê yên li Xezzeyê diyar kirin ku ji 300î zêdetir şehîdan di merhaleya yekem de heye; Nêzîkî 60 ji wan ji başûrê Xezzeyê ne. Her wiha zarok, jin û extiyar jî di nav de bi dehan jî birîndar hene.
Hat ragihandin ku piştî ku sîyonîstan hin kampên penaberan ên li herêma Muwasî ya Xan Yûnisê hedef girtin, 5 şehîd ji nav wan 2 zarok û bi dehan birîndar hatin veguhestin bo Nexweşxaneya Kuweytê ku nexweşxaneya taybet a leşkerî ye.
Her wiha piştî êrîşa hewayî ya li ser bajarê Xezzeyê 5 jê zarok zêdetirî 15 şehîd û zêdetirî 20 birîndaran rakirin nexweşxaneyan.
Di encama hedefgirtina malên li kampên koçberan ên Nuseyrat û El-Bûrîc ên li navenda Xezzeyê de bi dehan şehîd û birîndar gihiştin nexweşxaneya Nuseyratê.
Li gorî agahiyên ku ji Nexweşxaneya Nuseyrat a Wargeha Penaberan a Nisêbînê hatin bidestxistin, di encama hedefgirtina du konên li başûr de 14 kes şehîd ketin. Zêdetirî 70 kesên birîndar jî rakirin nexweşxaneyê, hat hînbûn ku rewşa hinek birîndaran giran in.
Ji ber hedefgirtina malên li bakur, 8 şehîd di nav de 6 zarok û gelek birîndar ji bo nexweşxaneya Tel Zetar a Kampa Cebeliyê hatin şandin.
Her wiha hate ragihandin ku di encama hedefgirtina dibistaneke ku penaberan li taxa El-Derac li navenda bajarê Xezzeyê, 3 mal li taxa Tel Hewa û hinek malên li kampên El-Bûrîc û Nuseyrat ên penaberan hedef girtin de, şehîd û birîndar hene.
Tîmên xelaskirinê ji ber bomberdûmana dijwar a ji teref balafirên îşxalker û topxaneyan ve di gihêştina herêmên hedefkirî de zehmetiyên mezin dîtin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.