Rejima sîyonîst êrîşî başûrê Sûrîyeyê kir
Balafirên herbê yên aîdê rejima îşxalker, li bajara Deraya başûrê Sûrîyeyê gelek cîhên leşkerî hedef girtin û êrîşan pêk anîtin.
Êrîşên rejima sîyonîst ên li dijî axên Sûrîyeyê berdewam dikin.
Li gorî agahîyên ku ji çavkanîyên herêmê hatine bidestxistin, balafirên herbê yên rejima îşxalker, êrîşê Tûgaya 12emîn û Alaya 89emîn ên ku li Îzra û Cebeba Derayê ne kirin.
Hat destnîşankirin ku di êrîşan de 17 êrîşên asîmanî hatine lidarxistin û cebilxaneyên leşkerî hatine hedefgirtin.
Rejima îşxalker piştî ketina rejima Baasê ya 61 sallî ku 8ê Kanûna piştî pevçûnên ku di 27ê Mijdara 2024an de ketibû êrîşên xwe yên li dijî welat zêde kir.
Artêşa îşxlê, îşxala xwe ya li Girê Golana ku axên Sûrîyeyê ye fireh kir. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.