
Rejima sîyonîst li dijî Îranê êrîşeke asîmanî li darxist
Rejima îşxalker li dijî rojhilata Tehranê êrîşeke asîmanî da destpêkirin, di êrîşa ku li bajarê Narmakê hat lidarxistin de 5 sîvîl jiyana xwe ji dest dan, 20 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku televîzyona fermî ya Îranê belav kirîye, rejima îşxalker di seatên serê sibehê de êrîşî herêma Narmaka Tehranê kir.
Li gorî diyarîyên ewil di êrîşan de jiyana xwe ji dest dan, 20 kes jî birîndar bûn.
Mirovên ku bûyerê dîtin îfade kirin ku di gelek xanî û avahîyan de xesar çêbûne, dengê teqînê jî li ji gelek bajarokan hatîye bihîstandin.
Hat hînbûn ku hinek birîndar ji ber şibakên wan ên ku şikîyane birîndar bûne. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.