
Rejima sîyonîst li Xezzeyê qetlîamên xwe didomîne: Hejmarê şehîdan 51 hezarî derbas kir
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li Xezzeyê qetlîamên xwe didomîne, di encama van qetlîaman de hejmarê şehîdan gihaşt 51 hezar û 157an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 116 hezar û 724an.
Li gorî çavkanîyên tenduristîya Filistînê, tenê ji 18ê Adara 2025an vir ve 1.783 Filistînî şehîd bûn, 4 hezar û 683 kes jî birîndar bûn.
Di nav 48 seatên dawîn de jî 92 şehîd û 219 birîndar ji nexweşxaneyan re hatin anîtin.
Tê destnîşankirin hêna jî gelek şehîd di bin kavilan da ne, ekîbên xelaskirin û tenduristîyê ji ber tinebûnîya amûran nikarin bighêjin herderî. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.