Rejîma sîyonîst tû peymanan pêk nayne

Rejîma sîyonîst tû peymanan pêk nayne

Rejîma sîyonîst pabendî ti peymanên ku îmze kiriye nabe. Hêzên îşxalker ên ku êrîşên xwe li Xezzeyê didomînin, agirbesta ku 10 meh berê bi Lubnanê re hatibû îmzekirin îxlal dikin û êrîşên xwe didomînin.

Rejîma sîyonîst tevî agirbestê êrîşên xwe yên li Xezzeyê didomîne, lê êrîşên xwe yên li ser Lubnanê jî didomîne, peymana ku 10 meh berê îmze kiribû îxlal dike.

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ji dema destpêkirina agirbestê ya 10 meh berê ve li Lubnanê, di êrîşên hêzên rejîma îşxalker de 103 sîvîl hatine kuştin.

Herwiha, di êrîşeke bi balavirê bêmirov a hêzên îşxalker de ku roja din li Başûrê Lubnanê pêk hat, kesek şehîd bû û pênc kes jî birîndar bûn.

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan Volker Turk got, "Em hêna jî tesîrên wêranker ên êrîşên balafir û droneyan li deverên niştecihbûnê û li nêzî hêzên aştîparêz ên NY li başûr dibînin."

Turk ragihand ku ji ber tundûtûjiyê li Lubnanê zêdetirî 80.000 kes ji cih û warên xwe bûne.

Pevçûnên di navbera rejîma sîyonîst û Hizbullahê de li Lubnanê di Mijdara sala borî de bi agirbestek bi navbeynkariya Emrîkayê bi dawî bûn, lê hêzên îşxalke ji wê demê ve êrîşên xwe li herêmê berdewam kirine.

Tevî agirbestê jî, hêzên îşxalker êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê berdewam kirin, di encama êrîşên wan ên li ser Xezzeyê yên piştî peymanê de 109 Filistînî hatin şehîdkirin, ku ji wan 52 zarok û 23 kes jî jin in. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.