Rejîma terorîst êrîşî Filoya Azadîyê kir

Rejîma terorîst êrîşî Filoya Azadîyê kir

Keştiya Azadîyê ya ji 11 keştiyan pêk dihat û ji bo şikandina dorpêça Xezzeyê ber bi Xezzeyê ve diçû, li avên navneteweyî ji teref hêzên behrê yên rejîma sîyonîst ve 120 mîl li dûrî Xezzeyê hate hedefgirtin.

Keştiya Azadiyê ya ji 11 keştiyan pêk dihat û ji bo gihandina alîkariyên mirovî bo Xezzeyê û şikandina dorpêça 18 salan ber bi Xezzeyê ve diçû, li avên navneteweyî ji aliyê hêzên behrê yên rejîma sîyonîst ve rastî êrîşê hat.

Leşkeran bi qeyikên leşkerî ji behrê û bi helîkopteran ji hewayê siwarî keştiya sereke ya fîloyê, "Vijdan", bûn û çalakvanên li ser keştiyê girtin. Li gorî agahiyan, leşkeran piştî siwarbûnê sê gule ber bi hewayê ve avêtine.

Di weşana zindî de, beşdarên li ser keştiyê êlekên jiyanê li xwe kiribûn û li gorî protokola awarte rûniştine da ku li bendê bimînin, di heman demê de hinek çalakvanan telefon û komputerên xwe yên şexsî avêtin behrê ji bona ku neyên desteserkirin.

Kasim Aktag, berdevkê Fîloya Azadîyê, beriya êrîşê daxuyaniyek da û got, "Keştiyan me dorpêç kirine, leşker li ber siwarbûnê ne. Me qet ji bîr nekin, me di bin ronahiyê de bihêlin, werin em bibin yek."

Ekîba çapemeniyê ya fîloya keştîyan ragihand ku êrîş bi qasî 120 mîlên deryayî dûrî peravên Xezzeyê pêk hatiye. Di fîloyê de 92 çalakvan ji 26 welatan hebûn.

Koalîsyona Fîloya Azadiyê di daxuyaniyekê de got, "Artêşa rejîma sîyonîst li avên navneteweyî tu desthilata qanûnî tune. Keştiyên me ji bo armancên bi tevahî aştiyane dixebitin û derman, cîhazên ventilasyonê û pêvekên xwarinê yên bi nirxê 110.000 dolarî hildigirin ku ji nexweşxaneyên li Xezzeyê re werin şandin."

Piştî êrîşê, Wezareta Karên Derve ya rejîma sîyonîst piştrast kir ku keştî bo benderekê hatine kişandin û çalakvan hatine desteserkirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Hemû rêwî ewle û tenduristiya wan baş e. Ew ê di demek nêzîk de werin dersînorkirin."

Ev êrîş piştî destwerdana çend roj berê ya li dijî Flotîla Cîhanî ya Sumud li Behra Spî pêk hat. Ev cara duyemîn e ku rejîma sîyonîst sivîlên ku di avên navneteweyî de alîkariya mirovî dibirin Xezzeyê hedef digire. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.