Rêwîtiya vegerê ya bi zehmet a koçeran dest pê kir

Rêwîtiya vegerê ya bi zehmet a koçeran dest pê kir

Koçerên ku debara xwe bes bi heywandariyê dikin di rêya vegerê de rêya rêwîtiyeke bi zehmet û elem digrin.

Koçerên ku digel germbûna hewayan berê xwe dan zozanan  ji ber ku  hewayên serma dest pê kirin ji zozanan berê xwe dan bêriyê û ji zozanan dadikevin.  Koçerên ku bi karê heywanan mijûl dibin û gelekî zehmetiyê dikşînin  di bin şert û mercên giran de hewil didin jiyana xwe biborînin. Koçerên zehmetiyê dikşînin ji ber şert û mercên  giran nerazîbûnên xwe anîn zimên.

Koçerên ku ji zozanên Agiriyê berê xwe beriyê qala wan zehmetiyên jiyanê û rêwitiyê ji ÎLKHAyê re kirin û derbarê mijarê de hest û raman û her weha gazin û giliyên xwe kirin.

Koçerê bi navê Evdilhemîd Toprak ê ku diyar kir ew ji mehekê zêdetir e ku di rê de ne derbarê mijarê de weha axivî: “Em ji Patnosê hatin Agiriyê û em ji wê derê jî hatin Tatwanê. Li vê derê me vegerandin û berê me dan Çiyayê Meretoyê. Dema ku em êvarî li wê derê man ew mabû ku qeşayê li me neda. Ev meheke zêdetir e ku em di rê de ne, em rezîl bûne. Em bi şev û rojan di rêyan de ne. Heywanên me birçî ne, lê em pir zehmetiyê dikşînin. Divê dewlet destekê bide me.”

 “540 pêzê me hevalê me telef bû”

Koçerê bi navê Faîq Demîr jî di axavtina xwe de diyar kir ew di rêya vegerê ya zozanan de gelekî zehmetiyê dikşînin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me ji Agiriyê da rê, lê belê qoricî û gundiyam gelek zêde neheqî li me kirin. Em digihan kîjan gundî berdidan me.Em hatin li ser gola Nazûkê, li wê derê pez xirab ket û 540 pêzê heywanên hevalekî me haram çûn.  Me ji wê derê da rê û em ji wir derbasî Kanî Reşê û ji wê derê em derbasî Deşta Mûşê bûn. Dû re em gihaştin deşta Bedlîsê û li wê derê qoricî û leşkeran me vegerandin. Ji me re gotin ‘qedexeye, divê hûn vegerin Mûşê, lewra derbasbûna wê derê ne qedexe ye.’  Me da rê û em hatin Çiyayê Meretoyê. Xweda şanî guran bi xwe nedin. Çiya tev kevir û teht bûn û heywanên me mehv bûn. Em birçî man û heywanên me jî birçî û bêav man. Ev 11 roj in ku em çiye bi çiye tên. Em nizanin ji kû ve derbas bibin.  EM di roja 12emîn de gihaştin Hezoya Êlihê.”

 “ Em 150 hezar TL heqê rûniştinê didin”

Demîr di berdewama axavtina xwe de diyar kir îtîhalata goşt tesîreke neyînî li wan dike û dû re wiha got: “ Em ev qas eziyetê dibînin, em heywanan xwedî dikin; lê belê pere nake, heqê wê kêm dibe. Ê kesên biyanî pere dike, lê malê me bi xwe pere nake. Goştê ku ji derve tê îthalkirin tev bi nexweşî ye, lê yê me nexweşî pê re tuneye. Divê dewlet wisa kar neke.  Em ji dewletê alîkarî û destekê teleb dikin. Em diçin Çiyayê Sîpanê û em li wê derê 100 hezar lîre heqê wargehê didin. Em diçin Qoserê li wê derê jî em 150 hezar lîre heqê wargehê didin. Wekî din em ka û êmê heywanan dikirin. Kar û zirara me hev dernaxe.Ne sîxortaya me û ne jî tiştekî me heye. Em perîşan dibin. Em ji dewletê alîkariyê teleb dikin. Ewlehiya me jî tuneye.”

 “Em dixwazin kesek derkeve û ji me re bibêje ‘werin bibin çopvan”

Demîr diyar kir bo ku heywanên wan zirarê nebînin û nexweş nekevin ew havînan derdikevin zozanan û zivistanan jî dadikevin deştê. Demîr dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Payîz demsaleke sar e. Li zozanan  serma dest pê kir. Em êvaran dikufilîn. Em jî mecbûr in xwe berdin deştê û cihên germ. Em ê heta nîsanê li wan deran bimînin.  Em ê di nîsanê de cardin berê xwe bidin zozanan da ku pezê me nexweş nekeve û zeîf nebe.  Em havînan derdikevin zozanan û zivistanan jî dadikevin deştê. 12 mehên salê karê me ev e. Em perîşan bûne. Sibe disibe ew ê pez bizê û em şîr bidin berxik û kahrikên wan. Êvaran ji ber ku cihê wan a li ser pişta keran teng e, ji bêhewatiyê difetisin.  Dema ku hejmara wan dibe 20-30 em gazî xwediyên wan dikin û wanan dibin konan. Yanî heyata me ne tu heyat e.  Em dixwazin ku li Tirkiyê kesek destê me bigre û ji me re bibêje ‘were bibe çopvan.’ Ma em ê heta mirinê bi vî karî bilebikin? Heta ku em bimrin karê me ne ev e. Em jî welatiyê Tirkiyê ne. Em ji karê xwe razî nînin.”

 “Ma em ê nobeda guran an jî ya dizan bigrin, êdî em jî nizanin”

Demîr di dawiya axavtina xwe de diyar kir gelek tehlûke li ser çiyayan hene û dû re wiha dawî li axavtiana xwe anî: “Gur heye, diz heye. Ma em ê nobeda guran an jî ya dizan bigrin, êdî em jî nizanin. Sileha me jî tuneye. Em gezik nan û penîr dixwin û pêşik şîrê bizinan jî hebe em vedixin, xwarina sibe, nîvro û êvarî ev e. Çi wextî dema ku me pêz têxiste konan û çi bê çêkirin em wê dixwin.”

ÎLKHA



























HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.