Şanda Yekîtiya Ewrupayê: Bihêzbûna Kurdistan û Iraqê ji bo me girîng e

Şanda Yekîtiya Ewrupayê: Bihêzbûna Kurdistan û Iraqê ji bo me girîng e

Nêçîrvan Barzanîyê Serokê Herêma Kurdistanê doh pêşwaziya şandeke Parlamentoya Ewrupayê bi Serokatiya Sara Skyttedal kir.

Di civînê de, her du alî behsa pêşxistina hevkarî û têkeliyên Parlementoya Yekîtiya Ewrupayê digel Parlementoya Kurdistanê kirin û li ser peywendiyên di navbera Yekîtiya Ewrupa û Herêma Kurdistanê da danûstandina bîr û ramanan kirin.

Şandeya hatî aştî, aramî û pêşketina Herêma Kurdistanê bilind nirxandin û tekezî li ser wê yekê kirin ku bihêzbûna Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo aramiya navçeyê û Yekîtiya Ewrupayê giring e. Her di vê çarçoveyê da tekezî li ser parastina asayîş, aramî û serweriya Iraqê ji her gefekê hat kirin.

Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî spasiya piştevanî û alîkariyên Yekîtiya Ewrupayê, di hemû waran da, ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze peywendiyên xwe digel Yekîtiya Ewrupayê pêşde bibe û ji pisporên welatên Yekîtiya Ewrupayê sûd werbigre ku, Herêma Kurdistanê pêwîstî pê heye.

Di civînê de herwiha pêşhatên rewşa herêmî bi giştî hatin gotûbêjkirin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.