Şaxên Civakî yê HUDA PARê bi minasebeta fetha Dîyarbekirê meşek li dar xist

Şaxên Civakî yê HUDA PARê bi minasebeta fetha Dîyarbekirê meşek li dar xist

Şaxên Civakî yê Dîyarbekirê yê HUDA PARê, bi minasebeta salvegera 1385emîn a fetihkirina Dîyarbekirê ya ji teref artêşa Îslamê ve bi şîara “Rêya me Rêya Fethê ye” meşek li dar xist.

Dîyarbekir, di dewra Hezretî Omer de bi fermandarîya Îyaz bîn Xanem hat fetihkirin, bi minasebeta fethê wek her salan vê salê jî bernameyên curbecur hatin lidarxistin.

Dîyarbekirîyên ku beşdarî bernameyê bûn ji Camîya Selaheddîn Eyyûbî heta Camî Hezretî Silêman meşîyan.

Meş, li Camîya Hezretî Silêman dawî bû. Li vê derê bernameyek hat tertîpkirin û bername bi xwendina Qurana Pîroz ê ji teref Mehmet Emîn Yilmaz ve hat xwendin dest pê kir.

Bername bi xwendina şiîr û îlahîyan berdewam kir.

Serokê Şaxên Ciwanîyê Dîyarbekirê yê HUDA PARê Nasrullah Demîr di bernameyê de axavtinek li dar xist û weha got, “Van axên ku em li ser dijîn, ev hewaya ku em dikin nav cîgera xwe, 1385 sal berê bi jîyana Îslamê jîya, bi atmosfera menewîyata Îslamê tijî bû û heta qîyametê jî ew ê ev menewîyat bibe wek oksîjenê û heyatê bide. Tovên îmanê ku eshab avêtîye van axan ji roja ewil heta niha li van bajaran kok da, şîn bûn û mêweyên xwe dan bûn wek baxçeya îmanê . Belê, dema ku van axan di bin zilma Bîzansê de bû zaliman! Mirovên mezlûm û mehrûman dieciqandin, dema ku bindestî di van kolanan de digerîya, wijdan tune bûbûn û tarîtî her derê dorpêç kiribû, tava Îslamê ji van bedenên ku hûn dibînin ro daye û van bajaran ronî kirîye. Ew roya ku hemû însan li bêvîya wî bûn, ji bona ku cardin neçe ava di sala 639an de li ser vê memleketê hildaye.”

“Tava Îslamê ji bona ku cardin nereava di sala 639an de li ser vê memleketê hildaye”

Demîr, “Di nav ev artêşa ku 8 hezar însan di nav de bûn de eshabî jî hebûn û ji wan eshabîyan 27 hebên wan di bin van bedenên ku hûn dibînin de şehîd ketine û hatine definkirin. Xwîna wan ê bimbarek ji van axan re jîyanê dan, bereketê dan. Ew dev ji dinya û tiştên di nav dinyayê de bûn berdan û ji bona ku nîmeta îmanê ji me re bighêjînin di bin ev wezîfe û mesulîyetê de hezar kîlometre rê meşîyan û Îslamê ji van memleketan re anîtin. Ji me re jî şopandin û meşandinê vê rêyê yanê rêya Fethê wek mîrasê hiştine.”

“Hezretî Omer ji bona ku ji dinyayê re edalet û ehkamên Îslamê hakim bibe xebitî”

Alîkarê Serokê Bajarê Dîyarbekir yê HUDA PARê Yehya Ograş jî derheqê ehemmîyeta rojê de axivî û weha got, “Hezretî Omer ku serfermandarê vê tevgera fethê ye û bi edaleta xwe bi nav û deng e, ji bona ku ji dinyayê re edalet û ehkamên Îslamê hakim bibe xebitî. Dema ku em li tevgerên Îslamê binhêrin em ê bibînin ku ev fetih tê maneya rê vekirin an jî rêdayînê. Dema ku em dîroka Îslamê binhêrin em ê bibînin ku hemû bajar û memleketekên ku hatine fetihkirin bi bêxwîn û bêherb hatîye fetîhkirin çîmkî Îslam berîya her tiştê dilê însanan fetih kirîye. Medîne, bi Quranê hatîye fetihkirin. Musab bîn Umeyr li Medîneyê dema ku Îslamê teblîx kir, bi alîkarîya Xwedê salekî paşê bêxwîn û bêherb bi qezenckirina dilê însanan fetih kir. Artêşa Îslamê di sala 630an de dema ku Mekkeyê fetih kir, dîsa bi bêxwîn û di bin emana Pêxemberê me de û di nav tewazûyê de fetih kiribû. Di fethê de xanî nehatin xerakirin, kolan nehatin talankirin, însan nehatin kuştin! Bileqs însan, memleket û herî muhîm dinya hat qezenckirin. Çîmkî dinya bi nûrê tijî bû. Li Mekkeyê 10 hezar, li Medîneyê 15 hezar sehabe definkirîne, yên dinê jî li derveyê Herêma Hîcazê definkirîne. Çîmkî ew li cîhê xwe nesekinîn, dema ku ketin dilê însanan, dilê însanan ji Îslamê re vekirine û dûre jî memleketê wan fetih kirine.”

“Dema ku em bixwazin eshabîyên Miceddîd bibînin, em ê li Xezzeyê binhêrin”

Ograş di berdewama axavina xwe de weha got, “Eshabîyên wê demê bi sebir dema ku li cîhekî valahîyê didîtin diçûn li wê derê. Lê îro xûşk û birayên me yên Xezzeyî 8 meh e sebir dikin, wek eshabîyan. Ger ku em dixwazin eshabîyên miceddîd bibînin, em ê li Xezzeyê binhêrin. Atêşa Îslamê dema ku ket nav Dîyarbekirê, bi tinelan ketinê. Çawa ku fetha Dîyarbekirê bi tinelan pêk hat, ew ê tinelên ku di bin Xezzeya dorpêçkirîye de ne jî bi îzna Xwedê wê li Xezzeyê bibe dawîya sîyonîstan û wê zeferê bîne. Misilman wê di vî warî de serfirazîyê bidestbixin. Yên ku dibêjin fetih û cîhad wêrankirina memletan e. Bila zanibin ku cîhad merheleye herî dawîn e. Pêşî teblîx, dûre peyman ya herî dawîn jî cîhad e. Dema ku Pêxemberê me hiqûqa herbê ewakî ji me re qal dikir, em ê jî li birayên xwe yên Xezzeyê binhêrin. Xûşk û birayên me yên Xezzeyî ji dinyayê re vêya gotin: Hiqûqa Îslamê, hûqiqa êsîran, hiqûqa dîplomatîkî û hiqûqa edaletê çîye? nîşanê me dan. Ji çavên însanîyetê re van tiştan xistin! Ev jî nîşanên edalet û ehkama Îslamê ne. Ji ber vê yekê ew li hember sîyonîstan tiştê ku Îslam emir nekirîye pêk naynin. Ji ber vê yekê em sehabîyên miccedîdên li wê derê re ji Dîyarbekirê silav dişînin. Wê demê li Dîyarbekirê kî dijîya? Rûm, Ermenî, Sûryanî û Kurd dijîyan. Dema ku Îslam li vê derê hakim bû însanên li vê derê jî xwe bi edaleta Îslamê re nas kirin. Dîyarbekir di dema fethê de zerarê nedît, xwîn nehat rijandin û bi peymanê Dîyarbekir hat fetihkirin.”

Bername, bi duaxwendina ji teref Mela Abdulhekîm Avut ve dawî bû. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.