Sekreterê HUDA PARê Demîr: Dorpêçkirina Xezzeyê, dorpêçkirina ummeta Îslamê ye

Sekreterê HUDA PARê Demîr: Dorpêçkirina Xezzeyê, dorpêçkirina ummeta Îslamê ye

Parlamenter û Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr, di mîtînga Tofana Eqsayê ya li Mêrdînê de axivî û got, “Îro meseleya ku di rojevê de ye ne tenê dorpêçkirina Xezzeyê ye, dorpêçkirina ummeta Îslamê ye.

Li Mêrdînê ji teref Evîndarên Pêxember ve ji bo desteka Xezzeyê mîtîngek hat lidarxistin.

Ji mîtîngê re Parlamenter û Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr jî beşdarî bû, demîr îfade kir ku piştî operasyona Tofana Eqsayê ku di 7ê Cotmehê de ji teref berxwedanê ve li Xezzeyê hat destpêkirin, dinya ket pêvajoyeke nû, ew ê êdî tu tiştek weka berê nebe.

“Pêvajoya piştî vê meseleyê ew ê ya azadîya Qudsê be an jî ew ê Misilman rehetîyê nebînin”

Demîr di axavtina xwe de îfade kir ku Xezze û Mescîdî Eqsa qasî ji bo Misilmanan muhîm e, ew qas ji bo Emperyalîstan jî muhîm e, “Pêvajoya piştî vê meseleyê ya ew ê ji azadîya Qudsê re bibe wesîle an jî ew ê pêvajoya piştî vê meseleyê ji bo Misilmanan rehetî tinebe. Çîmkî kafiran dereceyê zêde kirine, belavbûn û parçebûna ummeta Îslamê kirine hedefa xwe. Hûn zanin gelo birayên me yên Îzzeddîn El Qessam vê micadeleyê û vê tofanê çima dane destpêkirin? Hedefa wan (yên kafiran) mezin bû, ew ji bona ku ummeta Îslamê belawela bikin dest bi kar kirine. Ji ber vê yekê ye ku ez dibêjim wê êdî tiştekî weka berê nebe. Hineka radibin ji bo HAMASê dibêjin ew ‘teror’ e, ew ‘xeyrî meşrû’ ye. Helbûkî HAMAS, ji wehşet, xerakirin, qetlîam û qirkirina ku 75 sal e didome re tevgerekî azadîyê, micadeleya herî meşrû yê li ser dinyayê ye.”

“Lazim e ku ummeta Îslamê Xezzeyê biparêze”

Demîr, îfade kir ku îro dilê ummeta Îslamê li Xezzeyê û li Mescîdî Eqsayê davêje, “Ger ku îro Xezze bikeve û xera bibe, ger ku Mescîdî Eqsa bikeve ew ê tiştekî yê bi navê ummeta Îslamê nemîne. Xûşk û birayên me yên Xezzeyê û birayên me yê Tûgayên El-Qessam vê tiştê baş zanin. Çawa ku ew li Çeneqqeleyê me parastin, îro jî lazim e Tirkîyeya ku berdewama Osmanî ye û ummeta Îslamê Xezzeyê biparêze. Ev ferz e, ev wecîbeyekî ye, ev tişt li hember însanîyetê, mesulîyetekî ummeta Îslamê ye. Ger ku em vê tiştê nekin em ê bibin sedema tunebûna ummeta Îslamê.”

“Îro dorpêçkirina Xezzeyê tê maneya dorpêçkirina ummeta Îslamê”

Demîr, di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku operasyona Tofana Eqsayê ne tenê ji bo xelaskirin Xezzeyê ye, ev operasyon ji bo xelasîya ummeta Îslamîye jî:

“Hûn dorpêçkirina Xezzeyê tenê wek dorpêçkirina Xezzeyê fêhm dikin. Em ji roja ewil dibêjin ku ‘Dorpêçkirina Xezzeyê tê maneya dorpêçkirina ummeta Îslamê’. Ji bona fêhmnekirina vêya divê mirov kor be, bêbesîret be. Dorpêçkirina Xezzeyê ji bo dorpêçkirina ummeta Îslamê xelqeya dawîn e. Îro kîjan welatê Îslamê di bin dorpçê de an jî di bin îşxalê de nîne, îro kîjan welatê Îslamê azad e? Werin em tev bi hev re li welatên Îslamê binhêrin. Îro kîjan welatê Îslamê xwedî li Xezzeyê derdikeve.

Netenyahu li cîhê xwe rûdinê û serokên welatên Îslamê tehdît dike. We dît ku ew çawa tehdîdan dike? Xwedîderketina Xezzeyê tê vê maneyê ku hûnê qoltixên xwe, meqamên xwe û cîhên xwe berbidin. Netenyahu weha got, ‘Kî berdewamîya meqamê xwe bixwaze bila li cîhê xwe rûnê.’ Ew bi van gotinan hemû kesan tehdît nekir? Îro kîjan welatê Îslamê, kîjan bajarê Îslamê azad e û bi wê azadîya xwe xwedî li Xezzeyê derdikeve? Tu hebekî jî xwedî li Xezzeyê dernakevin… Ew îro Misirê parçe parçe nekirin? Ew îro Sûrîyeyê perçe perçe nekirin? Ew Iraqê belawela nekirin? Îran di hemû dorpêçê de nîne? Tirkîye çima qasî hewce ji xûşk û birayên xwe xwedî dernakeve? Erê hinek tiştan dike lê ev qîm nake, em tev vê tiştê zanin. Li welatên dinê yê ummeta Îslamê binhêrin. Kîjan welat bi rehetî xwedî li Xezzeyê derdikeve?

Ji ber vê yekê tiştê ku di holê de ye ne dorpêçkirina Xezzeyê ye, dorpêçkirina ummeta Îslamê ye. Gerek em vê tiştê bi vê şeklê bixwînin. Îro xwedîderketina li Fîlîstînê xwedîderketina Tirkîye, Îran, Misir, Şam, Bexda û Tehranê ye. Hûn vêya baş zanibin ger ku Xezze û Mescîdî Eqsa bikeve ew ê hebo hebo van welat û bajaran jî bikevin.”

Demîr di dawîya axavtina xwe de weha got, “Xisusekî ku xûşk û birayên me yên qehreman nîşan dane ev e: Berdêla azadîyê giran e, yên ku bixwazin azad bibin mecbur in ku vê dayîna berdêla giran bidin ber çavên xwe. Heta ku ummeta Îslamê û endamên ummeta Îslamê vê berdêlê nedin ber çavên xwe bi tu şeklê nikarin ezîz bibin. Ji bona ezîzbûna ummeta Îslamê lazim e ku hemû ummeta Misilmanan dayîna berdêlê bidin ber çavên xwe. Bi îzna Xwedê em tev ji bo dayîna vê berdêlê amade ne.”

Mîtîng, bu xwendina duayê a ji teref Mele Abdurrahman Mecît endamê ÎTTÎHADUL ULEMA ve dawî bû. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.