Serîyyeyên Qudsê bi bombeyên sîyonîstan li dijî îşxalkeran kemîn danîn

Serîyyeyên Qudsê bi bombeyên sîyonîstan li dijî îşxalkeran kemîn danîn

Serîyyeyên Qudsê li Şucîyeyê bi karanîna bombeyeke ku ji cebilxaneya ku artêşa îşxalker li pey xwe hiştibû hatibû çêkirin, li dijî artêşa îşxalker operasyoneke kemînê ya berfireh pêk anîn.

Serîyyeyên Qudsê, baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî, dîmenên "operasyoneke tevlîhev" a li dijî yekîneyeke artêşa îşxalker a li rojhilatê bajarê Xezzeyê bi cih bûye, da weşanê.

Di daxuyanîyeke kurt de ku ji teref Serîyyeyên Qudsê ve hat ragihand şervanên wan bombeyeke ji cebilxaneya ku artêşa îşxalker li pey xwe hiştiye û teqemeniyeke bi cureyê "Saqib" (kujer) li dijî wesayîtên hêzên îşxalker ên li Taxa Şûciyeyê bi cih bûne, kemîneke plankirî danîne û teqîn pêk anîne.

Di dîmenên ku hatine weşandin de pêvajoya danîn û girtina teqemeniyan, piştre hatina wesayîtên artêşa îşxalker li herêma kemînê û kêliya teqandina bombeyan têne nîşandan.

Di wêneyan de bi zelalî diyar bû ku di kêliya teqînê de gogeke agirîn çêbûye û dûmaneke qelew ber bi asîman ve bilind bûye.

Ji aliyê din ve, Tûgayên Îzzeddîn el-Qessam, baskê leşkerî yê HAMASê, doh sibehê ragihand ku wan du caran êrîş li ser leşkerên îşxalker ên ku li malekê li bajarokê Karara veşartibûn, pêk anîne.

Li gorî daxuyaniya tûgayan, operasyon di saetên sibeha roja Sêşema 20ê Gulanê de pêk hatiye û wekî "tolhildanek li dijî sûcên îşxalê û berdewamiya rêya berxwedanê" hatiye kirin.

Çend roj berê, Serîyyeyên Qudsê ragihand ku şervanên wan li dijî yekîneya endezyariyê ya artêşa îşxalker li rojhilatê Xan Yûnisê kemîneke aloz a bi serkeftî pêk anîne.

Ji dema ku artêşa îşxalker di 18ê Adarê de şerê xwe yê qirkirinê ji nû ve da destpêkirin, berxwedana Filistînê gelek kemînên tesîrdar li dijî leşkerên îşxalker ên ku dikevin Xezzeyê pêk anîne, di encamê de gelek leşkerên îşxalker mirin an jî birîndar bûn.

Li gorî daneyên artêşa îşxalker, ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve 850 leşker mirine, ji wan 410 leşker ji êrîşa bejahî ya di 27ê Cotmehê de dest pê kiriye vir ve mirine.

Lêbelê, li gorî gelek çavdêran, artêşa îşxalker hejmara rastîn a mirîyên xwe vedişêre. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.