Serma û berf vedigere
Germahî ew ê dawîya vê hefteyê dakeve û cihê xwe bide hewaya sar û baranê. Li hundirê welat tê texmînkirin ku berf bibare.
Li gorî pêşbîniyên dawî yên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, li bakur, navend û rojhilatê welat hewa ew ê nîv ewrî heta pir ewrî be.
Li herêmên hundir û rojhilat, qeşa û cemed, mij û dûman jî tê texmînkirin.
Tê texmînkirin ku germahiya hewayê li herêmên rojava û başûr ji normên demsalî 2 heta 4 pileyan zêdetir, li herêmên bakur û rojhilat jî li dora astên normal be.
Daîreya Meteorolojiyê ji welatiyan xwest ku li hember astengiyên di veguhastinê de, bager û talûkeyên ji nişka ve baldar bin û tedbîran bigirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.