Serokatiya Malbata HUDA PARê ew ê li Xarpêtê panelek bi navê "Qeleha Dawî: Malbat" li dar bixe
Serokatiya Malbatê ya HUDA PARê dê di 19ê Cotmehê de li Xarpêtê panelek bi navê "Qeleha Dawî: Malbat" li dar bixe.
Li Xarpêtê ji teref Serokatiya Malbatê ya HUDA PARê ve bi mijara "Keleha Dawî: Malbat" panelek ew ê were lidarxistin, wê di panelê de derheqê tehdîdên li dijî malbatê û tedbîrên ku li dijî van tehdîdan de biryar werin girtin.
Panela ku dê di 19ê Cotmehê de saet di 19:00an de li Navenda Fuar û Kongreyê ya Ahmet Tevfik Ozan were lidarxistin, dê ji hêla Şêwirmenda Malbatê Ebru Alalma ve were birêvebirin.
Talûkeyên navxweyî û derveyî yên ku malbatê tehdît dikin û tedbîrên ku li dijî wan werin girtin dê werin nîqaşkirin.
Di panelê de, Dr. Yasin Kuruçay dê pêşkêşiyek bi sernavê "Tesîra Medyaya Girseyî li ser Pêkhateya Malbata Me", Sosyolog Şuheda Derya Terzi dê pêşkêşiyek bi sernavê "Danûstandina Nav-Malbatê û Tedbîrên Parastina Yekparebûna Malbatê" û Perwerdekar Cevdet Yanilmaz jî dê pêşkêşiyek bi sernavê "Girîngiya Malbatê, Tehdîdên Navxweyî û Derveyî yên Li Dorpêça Malbatê" pêşkêş bike.
Serokatiya Malbatê ya HUDA PARê li Enqere, Stenbol, Êlih, Qeyserî, Wan û Entabê bi beşdariyeke mezin panelên malbatê li dar xist û ji bo rewşa malbatê çareserî pêşkêş kir. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.