Serokê Bajarê Dîyarbekirê yê HUDA PARê Gulsever: Divê pirsgirêka koçerên li Çinarê bi lez û bez werin çareserkirin

Serokê Bajarê Dîyarbekirê yê HUDA PARê Gulsever: Divê pirsgirêka koçerên li Çinarê bi lez û bez werin çareserkirin

Serokê Bajarê Dîyarbekirê yê HUDA PARê Zeynul Abîdîn Gulsever, koçerên li Zozanên Qerejdaxê zîyaret kir û pirsgirêkên wan gohdar kir.

Gulsever destnîşan kir ku ji ber bêavîyê ajaldarî zerareke mezin dibîne, “Divê bi lez û bez li vê derê lîç werin çêkirin an jî desteka tenkerê were dayîn.”

Gulsever piştî zozanên Qerajdaxê zîyaret kir û bi heywandar Û koçberan re hate bal hevdu û şûnde daxuyanî da.

Gulsever got, pirsgirêka herî mezin a koçeran kêmbûn û tinebûna avê ye û ji bo çareserkirin kêmbûn û tinebûna avê bang li rayedaran kir.

Gulsever wiha dewam kir “Ajaldarî û koçber bi zehmetî û pirsgirêkên gelek mezin û zêde re rûbirû ne. Îsal ji ber ku şilî tunebû kêmasiya avê gelek e. Divê ji bo ajaldarî û koçberan golên avê bên çêkirin. Ger wisa bibe, zehmetîyên wan jî bi piranî çareser be. Ji ber tinebûna avê gelek koçber mecbûr mane ku heywanên xwe bifiroşin anjî dev ji ajaldarîyê berdidin. Ev ne tenê zirarê dide îqtîsad û aborîya Dîyarbekirê, ew ê zirarê dide îqtîsad û aborîya welat jî.”

Gulsever di dawiya daxuyanîya xwe de destnîşan kir, “Ez dubare dikim; Divê tavilê û demildest kêmasiya ava ajaldar û koçberan bê çareserkirin. Gol ji wan re bê çêkirin, tankêrên avê ji wan re bên peydakirin. Çîmkî ev pirsgirîk û zehmetîyan nayên texîrkirin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.