
Serokê Dewleta Venezuelayê Maduro: Netenyahu, Hîtlerê sedsala 21emîn e
Serokê Dewleta Venezuelayê Nicolas Maduro, bertek nîşanî êrîşa rejima îşxalker da û Netenyahu jî wek “Hîtlerê sedsala 21emîn” wesifand. Ji bo êrîşên rejima sîyonîst a li dijî Îranê banga “bêceza nehêlin” kir.
Serokê Dewleta Venezuelayê Nicolas Maduro, di daxuyanîya ku ji qenala fermî ya VTVyê re da de, êrîşên rejima sîyonîst a li ser Îranê şermezar kir û Netenyahu jî wek “Hîtlerê sedsala 21emîn” wesifand.
Maduro got, “Netenyahu, Hîtlerê sedsala 21emîn e. Herbekî ku ew ê ji Rojhilata Navîn, Asya û hemû dinyayê re encamên tirsnak çêbike tîne.” Û ji welatîyên ku di warê sîyasî û leşkerî biqewet in re jî bang kir ku bila vê êrîşê bidin sekinandin.
Xeyn ji vêya Maduro, ji serokên welatên Emrîkaya Latîn, Rûsya, Çîn, welatên Bender û Tirkîye jî di nav de re bang kir ku bila ji Îranê de destekan bidin.
Nicolas Maduro destnîşan kir ku Îranê di êrîşan de mafê xwe yê “parastina meşrû” bikartîne û got, “Hiqûqa navneteweyî jî vêya hewce dike.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.