Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu bi muxtarên gundên ku ji erdhejê zirar dîtine re hevdîtin kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu bi muxtarên gundên ku ji erdhejê zirar dîtine re hevdîtin kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu, ji bona ku li ser wêranî, hewcedarî û pêvajoya ji nû ve avakirinê guh bide wan li Mereşê bi muxtarên taxan ên ku ji erdhejê zirar dîtin re civîya.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu li Taxa Karacasu ya Mereşê bi mixtarên gundên erdhejê zirar dîtî re civîya. Yapicioglu ji nêz ve li pirsgirêkên ku piştî erdhejê li taxan derketine holê guhdarî kir.

Muxtarên gundan ên ku di civînê de axivîn, derbarê birînên erdhejê, wêraniyên çêbûyî û lazimatîyên berdewam de agahî dan. Pirsgirêkên têkildarî xanî, binesaziyê û piştgiriya civakî hatin destnîşankirin.

Yapicioglu diyar kir ku êşa qurbaniyên erdhejê pir mezin e, û got ku karesatê ne tenê li avahiyan, lê di heman demê de li jiyanan jî tesîrek kûr kirîye.

Yapicioglu got, "Piştî vê erdheja mezin, ji bona ku birînên xwe derman bikin em wekî welatek bi hev re dixebitin. Em ê bi ruhê yekîtî û hevgirtinê dîsa rabin ser piyan."

Yapicioglu diyar kir ku çavdêriyên muxtarên gundan ên li qadê pir hêja ne û ew ê ji bo çareserkirina pirsgirêkan ji rayedarên pêwendîdar re werin şandin. Wî destnîşan kir ku divê piştî erdhejê çareseriyên mayînde werin çêkirin.

Civîn piştî şêwirmendiya dualî û daxwazên baş bi dawî bû. Yapıcıoğlu diyar kir ku ew ê her dem li kêleka mexdûrên erdhejê bin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.