Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu derheqê şeva Mîracê de peyamek da

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu derheqê şeva Mîracê de peyamek da

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, şeva Mîracê ya hemû alema Îslamê pîroz kir.

Yapicioglu ku şeva Mîracê ya hemû alema Îslamê pîroz kir, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir. Û di peyama xwe de weha got:

“Boyqota bêrehm, dûre sala huzn û xemgînîyê û pişt wî jî mucîzeya Îsra û Mîraca ku ji dilê muminan re ferahîyê dide…

Ya Rebbê min! dilên ku ji ber dorpêç û qirkirina ku li ser Mescîdî Eqsayê tê kirin ketîye tengasîyê ji hirmeta vê şevê bighîne ferahê.

Ez Şeva we ya Mîracê di nav daxwazîya bila bibe xelasîya Mescîdî Eqsaya cîhê Îsra û Mîracê û şîyarbûna alema Îslamê ya ji xefletê de pîroz dikim.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.