
Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu diçe Mêrdînê
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu dê di 22ê Çileyê roja Çarşemê de ji bo hinek hevdîtinan biçe Mêrdînê.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Serokatîya Bajêra Mêrdînê ya HUDA PARê ve hat dayîn Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu dê di 22ê roja Çarşemê û 23ê Çileyê roja Pêncşemê de li Mêrdînê hinek têkiliyan bike.
Yapicioglu roja Çarşemê dê serdana Yekîtiya Odeyên Esnaf û Zenaatkarên Mêrdînê bike û paşê bi cotkaran re bicive.
Yapiciogluyê ku wê roja pêncşemê bi endamên çapemenîyê ra bicive, paşê wê fabrîqeya li Herêma Pîşesaziya Organîze ziyaret bike.
Her wiha hat ragihandin ku Yapicioglu 23ê Çile roja Pêncşemê saet di 16.30 de wê bibe mêvanê weşana zindî ya CEMRE FMê û êvarê jî wê bi ciwanan re were cem hev. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.