Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu mazûvaniya Balyozê Efxanistanê kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu mazûvaniya Balyozê Efxanistanê kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li navenda giştî ya partîyê mazûvaniya Balyozê Emîrtîya yê Efxenistanê li Enqerê Saniullah Ferahmend û heyeta pê re kir.

Di hevdîtina ku ji çapemeniyê re girtî bû de, hat ragihandin ku têkiliyên Tirkîye û Efxenistanê û geşedanên dawî yên li Efxenistanê hatine nirxandin.

Şanda Efxanî ji Muhammed Zubair Wadan û Faisal Celaly pêk dihat, şanda HUDA PARê jî ji Alîkarên Serokê Giştî Îshak Saglam û Hûseyin Îmîr pêk dihat. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.