Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu serdana Wezîrê Edaletê Gurlek kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu serdana Wezîrê Edaletê Gurlek kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ji bo pîrozbahiyê serdana Wezîrê Dadê Akin Gurlek kir.

Di serdanê de bi tevî Yapicioglu Alîkarê Serokê Giştî û Parlamenterê Entabê Şahzade Demîr û Alîkarê Serokê Giştî Îshak Saglam jî amade bû.

Yapicioglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê serdanê de daxuyaniyek da û ev gotin bi kar anî:

"Me serdaneke pîrozbahiyê li Wezîrê Dadê, Birêz Akin Gurlek kir. Ez dixwazim ji bo dilovanî û mêvanperweriya wî spasiya Birêz Gurlek bikim û di wezîfeya wî ya nû de serkeftinê jê re dixwazim." (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.