
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ji bûyera Madleenê re bertek nîşan da: Ev êrîş sûceke li dijî însanîyetê ye
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu got, “Bêdengmayîn, nerîn û sekina li hember ev dîmena wehîm wek hevparbûna ji vê sûcê re ye.”
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, ji êrîşa ku rejima îşxalker li ser avên navneteweyî li dijî keştîya “Madleen” a ku ji Xezzeyê re alîkarîya însanî dibir hat lidarxistin re bertekeke tund nîşan da.
Yapicioglu li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanî da û vê êrîşê wek “nasnekirina hiqûqê” û “ne li gorî însanîyetê” nirxand. Dûre jî Yapicioglu got, “Ev êrîş ne ku tenê ji rêwîyên Madleenê re hatîye kirin, sûcekî ku li hember hemû wijdana însanîyetê hatîye kirin e.”
Yapicioglu îfade kir ku welatên ku welatîyên wan di nav keştîyê de ne, serbestberdana welatîyên xwe xwestinê lê ev qîm nake, ev tewr wêrektî û cûreta rejima sîyonîst zêdetir dike.
Zekerîya Yapicioglu got, “Bêdengmayîn, nerîn û sekina li hember ev dîmena wehîm wek hevparbûna ji vê sûcê re ye.” û bang li civaka navneteweyî kir.
Yapicioglu bang kir ku divê bi lez û bez rêwîyên Madleenê bêne serbestberdan û ji rejima îşxalker a ku sûca qorsanîyê bikaranîtîye re jî hesab bê pirsîn.
Yapicioglu weha got:
“Ji bona ku dorpêça ne li gorî însanî ya li ser Xezzeyê bê rakirin û alîkarîya însanî bê şandin hikûmet jî tevbigerin. Divê bi lez û bez fîloyên nû yên alîkarîyê bêna amadekirin û ewlehîya van fîloyan bêne temînkirin, ev temînkirina ewlehîyê jî ji teref welatên ku neketina tora sîyonîstan bê kirin.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.