Serokê Herêma Kurdistanê dê îro biçe Tehranê

Serokê Herêma Kurdistanê dê îro biçe Tehranê

Nêçîrvan Barzanîyê Serokê Herêma Kurdistanê ew ê îro serdaneke fermî li Tehranê bike.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di serdana ku dê îro bê kirin de ew ê êrîşên dawî yên ku li Hewlêrê hatin kirin bên gotûbêjkirin û ew ê Barzanî daxwaz bike ku Herêma Kurdistanê ji qada şer û pevçûnê bê dûrxistin.

Hat diyarkirin ew ê Barzanî di serdegirtinê de dê bi Rêberê Dînî yê Elî Xamaney, Serokkomar Îbrahîm Reîsî û Serokê Meclisê Muhammed Baqir Galîbaf re hevdîtinê bike.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.