Serokê HÜDA PARê yê Navçeya Çinarê Ezîz Tekdal: Rêyên gundan ên herêma Qerejdaxê ne di rewşa bikaranînê de ne

Serokê HÜDA PARê yê Navçeya Çinarê Ezîz Tekdal: Rêyên gundan ên herêma Qerejdaxê ne di rewşa bikaranînê de ne

Serokê HÜDA PARê yê Navçeya Çinarê Ezîz Tekdal diyar kir ku rêyên gundên yên li herêma Qerejdaxê, ji ber berfa zêde û cemeda (qeşa) ku îsal bi bandor bûye, xirab bûne û êdî nayên bikaranîn.

Li herêma Çinarê û derdora wê, piştî zivistana dijwar û baranên giran ên ku piştî zivistanê dest pê kirin, pirsgirêka rêyan a li gundên herêma Qerejdaxê derket holê.

Serokê Navçeya Çinarê yê HÜDA PARê Ezîz Tekdal, li herêma Qerejdaxê hinek lêkolîn kirin û piştî lêkolînan daxuyaniyek da. Tekdal diyar kir ku rêyên nav gundan û rêyên komî bi awayekî xerab zirar dîtine. Tekdal anî ziman ku ji ber berfa zêde û cemedê hinek rê bi temamî ji çûnûhatinê re hatine girtin û destnîşan kir ku welatî di jiyana rojane û di rewşên acil de mexdûriyeteke mezin dikişînin. Tekdal bang li rayedaran kir ku herî zû xebatên pêwîst bidin destpêkirin.

Tekdal diyar kir ku rêyên gelek gundên navçeyê di rewşeke xerab de ne û wiha got: 'Mixabin rewşa rêyên gelek gundên me yên girêdayî navçeyê gelekî xerab e. Îro me tenê di çend gundan de lêkolîn kirin û me fersend dît ku em vê tabloya heyî li cihê wê bibînin. Derbarê rêyên nav gundan de, her çend me li ser navê HÜDA PARê pêşniyaznameyeke nivîskî pêşkêşî şaredariyê kiribe jî, me tespît kir ku li hinek gundan xebat hatine kirin, lê di gelek gundên me de tu xebat nehatine kirin.

Tekdal anî ziman ku daxwazên wan ên wekî çêkirina rêyên nav gundan bi kevirên parkeyê an jî rijandina qûmê bêbersiv mane û wiha got:

'Her çend me gelek caran daxwaz kir ku rêyên nav gundan bi kevirên parkeyê werin çêkirin an jî qenebe (bi kêmanî) qûm lê werin rijandin, heta niha tu gaveke berbiçav nehatiye avêtin. Piştî berfa zêde û cemedê, rê bi temamî ji kar ketine. Rewş gihîştiye wê astê ku êdî ne tenê wesayît, welatiyên me jî di nav gund de bi zorê dimeşin.

Ev rewş bandoreke xerab li jiyana rojane dike. Zarokên me nikarin herin dibistanê, nexweşên me di gihîştina nexweşxaneyê de zehmetiyê dikişînin. Banga me ji bo rayedaran ev e; berî her tiştî rêyên komî û paşê jî rêyên gundan bi awayekî acil werin çêkirin û mexdûriyeta welatiyan were rakirin. Em ê şopandina vê mijarê berdewam bikin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.