Serokê Komela Edaletê piştgiriya gelê Filistînê dike

Serokê Komela Edaletê piştgiriya gelê Filistînê dike

Serokê Komeleya Edaletê ya Kurdistanê Elî Bapîr piştgiriya xwe ji bo gelê Filistînê ku li dijî îşxalkeran dest bi Operasyona Tofana Eqsayê kirine, anî ziman.

Di Operasyona Tofana Eqsayê ya ku ji teref Berxwedana Filistînê ve hat destpêkirin de zêdeyî 350 îşxalker hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn û hatin êsîrkirin.

Serokê Civaka Edaletê ya Kurdistanê Elî Bapîr ji bo gelê Filistînê peyama piştgiriyê weşand.

Tevahiya nivîsa peyamê weha ye:

“Bîsmillahîrrehmanîrrehîm

Tişta ku îro danê sibê di navbera şervanên Filistînî û siyonîstên îşxalker de li derdora Xezzeyê qewimî bicîhanîtina emrê Xweda ye.

Ji ber ku hêzên siyonîst ev demeke dirêj e ku kuştin, wêrankirin, şewitandin, derbiderkirin û tundî û zordariya li ser Filistîniyan hemû sînor derbas kirin û Filistînîyan sebra xwe ji dest da, lewra dema berteka ku divê bihata hat.

Em ji Xwedê dixwazin ku alîkariya Filistîniyan û hemû gelên bindest ên cîhanê bike û li hemberî dijminên wan ên zalim serkeftinê bide wan.

Hêvîdar im ev tiştên ku qewimîn ji bo her kesê ku ji bûyerên serdemê dersê werdigire, bi taybetî ji siyonîstên îşxalkerên qîbleya yekem û herema sêyem ên misilmanan re bibe ders.

Divê hemû Misliman bi çi ji destên wan tê bila bi duayê be jî piştgiriyê bidin gelê mezlûmê Filistînê.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.