Serokê Konseya Bilind a Sîyasî ya Yemenê Mehdî Meşat: Piştgiriya me ji bo Xezzeyê çi dibe bila bibe nayê guhertin

Serokê Konseya Bilind a Sîyasî ya Yemenê Mehdî Meşat: Piştgiriya me ji bo Xezzeyê çi dibe bila bibe nayê guhertin

Serokê Konseya Bilind a Sîyasî ya Yemenê, Mehdî Meşat, bal kişand ku "Helwesta Yemenê ya piştgirîkirin û sekinandina li kêleka Xezzeyê, bêyî ku bedel û qurbanî çi be, dê neguhere."

El-Meşat di daxuyaniyekê de ku ji teref ajansa nûçeyan a fermî ya Yemenê SABA ve hat weşandin, got, "Geşedanên dawî yên li ser erdê îspat dikin ku êrîşên Yemenê tesîrdar û bi şok in, û ev êrîş dê di çarçoveya têkoşîna piştgiriya gelê Filistînê de berdewam bikin."

El-Meşat bi gotina ku êrîşên berdewam ên rejîma îşxalker li ser Yemenê "rastiya têkoşîn û tevgera gelê Yemenê xurt dike û dihêle ku gel hîn çêtir fêm bike ku dijminê ku ew pê re rû bi rû dimînin dijminê herî hov ê dîroka mirovahiyê ye", Meşat ji rejîma Siyonîst û niştecihan re hişyariyek tund da û got, "Bi îzna Xwedê, bersiva din a ji Yemenê dê şok û bi êş be; îsraîl û Emrîka dê nikaribin giraniya vê bersivê hilgirin."

El-Meşat di axaftina xwe de li hember hemû îşxalkerên sîyonîst wiha got: "Ji îro û pê ve, ji ber ku hikûmeta we ya têkçûyî êdî nikare we biparêze an vekişin stargehên xwe an jî tavilê vegerin welatên xwe."

Rêberê Yemenê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: "Êrîşkar zû yan dereng wê fêm bike ku bedela êrîşên wan dê pir giran be. Her êrîşek dê tu carî nebe sedem ku Yemen piştgiriya xwe ya mafdar ji bo birayên xwe yên Filistînî berde. Ev piştgirî dê heta ku êrîş bi dawî bibin û dorpêça hovane ya li ser Xezzeyê were rakirin, bidome." (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.