Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derheqê bûdçeyê de axivî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derheqê bûdçeyê de axivî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasima vekirina sala nû ya xwendinê de got, ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan ew plan dikin ku serdana Bexdayê bikin û sebirkirin nayê wê wateyê ku Herêma Kurdistanê lawaz e.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasima vekirina sala nû ya xwendinê de derheqê bi şiklekî kamil neşandina budçeya Herêma Kurdistanê de nirxandinan kir.

Barzanî di nirxandina xwe de got ku ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan ew plan dikin ku serdana Bexdayê bikin û wiha got:

“Sebirkirin nayê wê wateyê ku Herêma Kurdistanê lawaz e. Berevajî vê yekê, ji ber ku em hewl didin ku bira pirsgirêk li alîyekî dinê neçe. Em dixwazin pirsgirêkên xwe bi awayekî aştiyane çareser bikin û mafên îqtîsadî û destûrî yên xelkê Kurdistanê bi dest bixin.”

Barzanî di berdewam nirxandina xwe de diyar kir ku di serdana xwe ya bo Bexdayê de wan xwestiye bi aliyên siyasî re bicivin û bizanin çima bi vî rengî bersiva xelkê Kurdistanê hatiye dayîn û dûre wî weha axatina zêde kir:

“Xelkê Kurdistanê hemû, xelkên Iraqê hembêz kiriye. Ji ber vê yekê em daxwaz dikin ku hemû xelkên Iraqê mafên îqtîsadî yên xelkê Kurdistanê biparêzin. Em dixwazin bizanin çima siyaseta birçîkirina gelê Kurdistanê dimeşînin. Em serkeftina Herêma Kurdistanê wek serkeftina hemû Iraqê dibînin û geşepêdana îqtîsadîya wê jî pêşketina îqtîsadîya hemû Iraqê dibînin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.