Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî: Divê Iraq serkeftina Herêma Kurdistanê qebûl bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî: Divê Iraq serkeftina Herêma Kurdistanê qebûl bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, divê Iraq serkeftina Herêma Kurdistanê qebûl bike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ev zanîngeh yek ji zanîngehên pêşeng e, kariye çendîn xwendekarên bi şiyan berhem bîne, ku piraniya wan karîne di sektora giştî û taybet de rola sereke bilîzin û bandora wan heye di pêşxistina Herêma Kurdistanê de.

Mesrûr Barzanî herwiha destnîşan kir: “Bawer bikin serkeftina we di vê qonaxê de dawiya xwendin û fêrbûnê nîne. Ev beşek ji proseya xwendin e û piştî vê jî divê hûn bêhtir xwe biwestînin ji bo pêşxistina xwe û alîkariya gel û welatê xwe.”

Mesrûr Barzanî got: “Îro rojeke dîrokî ye, 5 sal beriya niha weke îro, destana Pirdê hat tomarkirin, roja serkeftina niştimanperwerî û welatparêzî ye bi ser xiyanet û xakfiroşiyê de, roja serkeftina îradeya gel e bi ser çek û zilm û zordariyê de. Ew roj e ku tîne bîra me, bi baweriya bi xwe û bi hezkirina welat, em dikarin rûbirûyî hemû kêşeyan bibin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand: “Kabîneya Nehem girîngiyeke mezin dide perwerdehiyê, nêrîna min ew e ku em bikarin amrazên pêwîst berfireh bikin, da ku veberhênan were kirin. Ez dixwazim hemû derçûyên Kurdistanê dengê xwe hebe di kêşeyên îro de û di kêşeyên siberojê de ku rûbirûyî me dibin.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Ez dibînim xwendekarên me yên zîrek hene û dixwazin jiyaneke baştir ji bo xak û welatê me dabîn bikin. Hebûna şarezayiyeke baş û perwerdehiyeke baş û xelkê xwenda yê baş beşeke girîng a hewldanên me ye.”

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.