Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî parzûngeha petrolê ya Lanazê vekir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî parzûngeha petrolê ya Lanazê vekir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi merasîmekê bi amadebûna berpirsên navxweyî û dîplomatên biyanî parzûngeha petrolê ya Lanazê vekir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, parzûngeha Lanazê bi pêşkeftî û li gor standardên navdewletî wesif kir û pîrozbahî li kompaniya Lanaz û sermayedarên wê kir.

Serokwezîr bal kişande ser wê yekê ku parzûngeh bûye cihê kar û sûdmendiya welatiyan ji berhemên parzûngehan, serokwezîr diyar kir ku ev yek ji wan bernameyan e ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser piştevaniya wê berdewam dibe.

Parzûngeha Lanazê ku rojane 75 hezar bermîlên wê nefta xav e, li ser erdekî 620 dekar li ser rêya Gwêr a rojavayê Hewlêrê ye.

Serokwezîr bal kişande ser dewlemendiya Herêma Kurdistanê di warê samanên xwezayî de û got: Rejîmên berê ev dewlemendî tenê ji bo çekdarkirin, tepeserkirin û jinavbirina xelkê bikar dianîn. Ji ber vê yekê me nekarî beriya serhildanê (Raperîn) ji vê nîmeta xwedayî sûd werbigirin."

Serokwezîr wiha berdewam kir:

“Piştre destûr hat nivîsandin û em li bendê bûn ku rayedarên Bexdayê destûrê bi vî rengî pêk bînin, mixabin ev destûr nehat kirin û destûr di berjewendiya hinek kesan de hat sepandin. Xelkê Herêma Kurdistanê û Iraqê nekarîn ji vê yekê sûd werbigirin.

Li Iraqê dewlemendiyek baş heye, lê rêveberiya xirab heye.

Binpêkirina Destûra Bingehîn yek ji wan xeletiyên ku heta îro jî berdewam dike ye. Em hêvîdar in piştî ku hikûmeta nû ya Iraqê dest bi kar bike, yasaya petrol û gazê were amadekirin û li Parlamentoya Iraqê were pesendkirin û xizmeta xelkê bike."

Serokwezîr bal kişand ku Parzûngeha Petrolê ya Lanazê bi şêwazê jîngehparêzî hatiye çêkirin û destnîşan kir ku divê di hemû projeyan de parastina jîngehê li ber çavan bê girtin.

lanaz.png

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.