10 Pkkyî Xwe Teslîm Kirin

Hat ragihandin ku 10 Pkkyî, li Silopîya Şirnexê xwe teslîmî eskerîyê kirine. Li aliyê din hat îfadekirin ku dewlet di anîna zarokên malbatan de ne semîmî ye.

Li gorî malpera Serokatîya Sererkaniyê, 10 mensêbên PKKê yên ku li bakurê Herêma Kurdistanê fealîyetên rêxistinê dikirin û umrê wan di navbera 15 û 20î de ne, li Silopîya navçeya Şirnexê bê sîleh û teçhîzat xwe teslîmî leşkeriyê kirine.

Di beyanê de hat gotin ku li Qilebanê jî, li ser qomandariya hidûdê ya 48an êrîşa tacîzê hatiye kirin. Di hedîseyê de tiştek bi tu kesî nehatiye.

Li aliyê din li Hesengorana gundê Kopa navçeya Mûşê, pêr grûbeke çekdarên Pkkê 10 zarok bi zora sîlehê bi xwe re revandibûn. Nêzî 30 Pkkyî bi sîleh girtibûn ser gund û gundî li camiyê civandibûn. Di xeberdanên xwe de ji gundîyan alîkarî xwestibûn û pey re yek jê yek qîz 10 zarokên ku umrê wan di navbera 12 û 15an de bû, bi xwe re biribûn.

Walîyê Mûşê Vedat Buyukersoy got ku 5ê zarokan vegerîyane malê. Buyukersoy îfade kir ku malbatan xeber daye eskeriyê û di heqê hedîseyê de lêpirsîneke berfireh tê kirin.

Wekî tê zanîn berî niha serokwezîrê berê Receb Tayyîb Erdoğan, anîna zarokan xwestibû û gotibû ku heger zarok neyên berdan planên wan ên B û Cyê hene. Ji wê çaxê heta niha ew qas wext derbas bû, ji bo anîna zarokên birine çiyê tu xebat nehat kirin, digel vêya pêkhatina hinek hedîseyên din ên revandinê jî, dibe şîroveya ku dewlet di vê mijarê de ne semîmî ye.

çınarın sesi

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar