Li bajarê Dîyarbekirê, li dijî qedexeyên hîcabê yên li Azerbaycanê, banga civîneke çapemeniyê ya girseyî hat kirin

Li bajarê Dîyarbekirê, li dijî qedexeyên hîcabê yên li Azerbaycanê, banga civîneke çapemeniyê ya girseyî hat kirin

Saziyên civaka sivîl ên îslamî yên li Dîyarbekirê, ji bona ku balê bikişînin ser qedexe û îxlalkirinên mafên mirovan ên li dijî hîcab û nixumandinê li Azerbaycanê ew ê sibê piştî nimêja înê li Mizgefta Mezin civîneke çapemeniyê ya girseyî li dar bixin.

Saziyên civaka sivîl ên îslamî li Dîyarbekirê ew ê ji bo protestokirina neheqî û îxlalkirinên mafên mirovan ên ku li Azerbaycanê ji ber mijara nixumandinê têne jiyîn, civîneke çapemeniyê li dar bixin.

Daxuyaniya ku ew ê bi slogana "Li dijî zilma nixumandinê ya li Azerbaycanê bêdeng nemînin" were dayîn, ew ê sibê piştî nimêja înê li Mizgefta Mezin a Dîyarbekirê were dayîn.

Raya giştî ji bo civîna çapemeniyê tê dawetkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.