100 alimên îslamê DAIŞê re name şandin

100 alimên îslamê DAIŞê re name şandin

Ji welatên cur bi curên cîhanê ji 100 kesan zêdetir alimên îslamê ji bo endam û sempatîzanên Dewleta Îslamî (DAIŞ) nameyeke vekirî nivîsandin.

Alimên îslamê di nameya 18 rûpelî de destnîşan dikin ku, tu pêwenidya DAIŞê bi musilmantî re nîne. Di nameyê de wate û tefsîra gelek ayetên Quranê tên vekirin û bi çalakiyên DAIŞê muqayeseya wan tê kirin.

Nihad Awad Berpirsê Konseya Pêwendiyên Îslamê li Amerîkayê got, ev name bo hemû xwendevanan nehatiye nivîsandin û nivîseke pir zehmet e û domand, “Armanca me ev bû ku, em nîşan bidin DAIŞ çawa dijî felsefeya îslamê ye.”

Kurteya name ji erebiyê bo zimanên dîtir hate wergerandin û di kurteya 24 xalan de ev tişt derdikevin pêş:

  • Di îslamê de êşkence qedexe ye
  • Çalakiyên şeytanî bi navê Xwede kirin, guneh e
  • Heta ku misilman ji bo xwe nebêjin ‘ez ne misilman im’ ew wek kafir nayê ragihandin
  • Heta şertên perwerdehî li gora îslamê neyên bicihanîn fetwa nayê dayîn
  • Ola îslamê derfet dide ku alim xwedî fikrên cûda bin.

Di civîneke çapemenî ya li Washingtonê de name bi raya giştî re hate parvekirin û hate xwestin ku hê zêdetir alimên îslamê îmze bavêjin bin vê nameyê.

Alimên ku name îmze kirin gotin, divê ji DAIŞê wek “Dewleta Îslamî” neyê gotin û destnîşankirin ku, bi vê gotinê DAIŞ tê wêrek kirin.”

Rûdaw

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vera problemê bêkarîye vengdaîşê viraştiş u istixdamî
"Parastina mafên mirovan sûc nîne"
Li Dîyarbekirê 48 hezar û 579 esrara kenewîr hatin îmhakirin
Ew ê beşdarî Kongreya Bajarê Dîyarbekirê bibe
Banga civîneke çapemeniyê ya girseyî hat kirin