Li Stenbolê li semta Fatîhê, di 18ê Hezîranê de hinek polîsan li ber kamera û li ber çavên însanan, li Ahmet Koca dabûn. Celseya doza ku di heqê wan polîsan de hatibû vekirin, do pêk hat.
Celse li mehkema cezaya giran ya 2an ya Stenbolê hat lidarxistin. Gilîdar Ahmek Koca, 11 polîsên negirtî û parêzeran her dû aliyan, tevlî mehkemê bûn. Polîsên gumanbar sûcên li ser xwe qebûl nekirin û beraeta xwe xwestin.
Ahmet Koca jî wiha got “Min merivekî xwe dibir nexweşxanê. Polîs selektor kir. Min got belkî hadîseyek be, min berê xwe dagerand kuçakê. Polîsan pêşya min girtin. Henekên xwe bi min kirin. Min telefonî malê kir. Ji ber diya min bi Tirkî nizanîbû, min pê re bi Kurdî xeber da. Polîsekî ji min re gote terorîst. Ekîbên teqwiye jî hatin. Bi gaza îsotê midaxele kirin. Destê min bi kelebçe kirin. Li min dan. Min heqaret û çêrî tu kesî nekir.”