Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin

Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin

Kovara Banga Heq ew ê li Cizîrê panel û bernameyek bîranînê bi mijara "Ji Xewnê Ber bi Rastiyê: Banga Melayê Cizrî ji bo Mirovahiya Îro" li dar bixe. Gelek akademîsyen ew ê beşdarî bernameyê bibin.

Bernameya ku ji bo cara duyemîn ji hêla kovara Banga Heq ve tê organîzekirin, ew ê roja Şemiyê 24ê Cotmehê li hewşa Medreseya Sor a li Cizîrê were lidarxistin.

Akademîsyenên ji Zanîngeha Şirnexê û Zanîngeha Mardin Artuklu, zanyarên ji Îttihadul Ulema, û nûnerên ji partîyên sîyasî û rêxistinên nehikûmî ew ê beşdarî bernameyê bibin.

Bername, ku wê bi şêweyê panelek û şahiyek ji helbestên dînî be, ew ê roja Şemiyê 24ê Cotmehê saet 13:00an de, bi mijara "Ji Xeyalê Ber bi Rastiyê: Banga Melayê Cîzîrî ji bo Mirovahiya Îro" axaftin û pêşkêşiyên akademîsyen û nivîskaran pêşkêş bike.

Di bernameyê de, îmamên Muftiyê Cizirê wê helbest û qesideyan Melayê Cizîrî bixwînin.

Panel, ku ji hêla Dr. Cîhan Turan ve tê birêvebirin, ew ê li ser van mijaran be:

Rektorê Zanîngeha Şirnexê Prof. Dr. Abdurrahim Alkiş, "Îstilahên Esasî Di Dîwana Melayê Cizîrî de" | "Di Dîvana Melayê Cizîrî de têgehên sereke"

Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Mêrdînê

Hîndekarê, Serokê Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî Prof. Dr. Mehmet Zahir Ertekin, "Ji Xewnê Berbi Rastiyê Banga Melayê Cizîrî ji bo Mirovên Îro"|"jixeyalế ber bi Heqiqetê ve: Banga Melayê Cizîrî ya ji bo Mirovê îro"

Bername ew ê di navbera saet 20:00 û 22:00an de li Medreseya Sor bi çalakiya xwendina helbest û qesideyan bi dawî bibe. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.