12 feqî îcazetên xwe standin

ÊLIH - Li Êlihê 12 telebeyên medresê yên ku tedrîsa xwe ya ilmî qedandin îcazeta xwe standin.

12 telebeyên ku li medreseyên gundê Xinçika û Hogiraya Êlihê li ba Mela Evdirehman û Mela Evdileh Cengîz perwerdeya medresê didîtin bi merasîmekê, îcazetên xwe wergirtin.

Merasîma îcazetê li Mizgefta Xinçikayê hat tertîpkirin.Gelek alim û rîspî  û her wiha ehlê gundên Xinçika û Hogira jî beşdarî merasîma îcazetê bûn.

Merasîma îcazetê bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir.Di merasîma îcazetê de ji teref Waîzê Diyarbekirê Mela Zaîd Beşer û ji teref Melayê Berê yê Mizgefta Elî Paşaya Diyarbekirê ve axavtin hat kirin.Piştî axavtinên di derheqê girîngîya rojê de qesîde hatin xwendin û selewat hatin anîn.

Mela Evdirehman Cengîz di debrarê  merasîma îcazetê de nirxandinan kir û wiha axivî: “ Îcazet belgeyek e.Ev belge ji kesên ku xwendina ilmê xwe xelas dikin û jê re dibin laîq re tê dayîn.12 telebeyên me yên ku li medreseyên gundên Xinçika û Hogira dixwandin, tahsîlkirina ilmê xelas kirin û heq kirin belgeya îcazetê werbigrin.Vaye me merasîma xwe li gundê Xinçika tertîp kir.”(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Grûba xozan ke kewte merkezê ca bîyê vêniyaye
Îşkenceya li girtîgehên sîyonîstan eşkere kir
Dikandaran derxistin kolanan
5 hezar û 400 şitlê esrarê hatin bidestxistin
Alîkarê fermandarê cendermeyan û jina wî hatin girtin