121 filestînî di 5 rojan de hatine kuştin

121 filestînî di 5 rojan de hatine kuştin

Ev pênc rojin operasyonên leşkerî yên artêşa Îsraîlê li dijî Kerta Xeza ya Filestînê berdewam dike û êrîşên bi roketan li dijî bajarên Îsraîlê jî didomin.
 

Berdevkê artêşa Îsraîlê Afîxay Edraî li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsandiye ku ji destpêka operasyonên leşkerî de “balafirên Îsraîlê 1160 êrîşên ezmanî li Xezayê pêk anîne û herî dawî şeva borî 60 cih kirine armanca xwe”.
 

Li gor amarên herî nû yên wezareta tenduristiyê ya Filestînê, di encama êrîşên balafirên Îsraîlê de “121 filestînî hatine kuştin û zêdetirî 900 kesên din jî birîndar bûne ku 80% ji wan sivîl in”.
 

Ajansa nûçeyan a Filestînê (WFA) belav kiriye ku “hejmara birîndarên li Xezayê zêdetirî 900 kesî ye û piraniya wan zarok, jin û pîr in, tevî ku nêzîkî 200 xaniyan bi temamî wêran bûne”.
 

Artêşa Îsraîlê dibêje ku operasyonên wê bersiveke li ser êrîşên bi roketan ku ji Xezayê ber bi bajarên Îsraîlê ve tên avêtin.
 

Li gor daxuyaniya duh ya artêşa Îsraîlê, heta niha “Tevgera Hemasê 520 roket û hawen avêtine Îsraîlê û 140 ji wan hatine pûçkirin”.
 

Di encam wan roket û hawenan de ti hemwelatiyekî Îsraîlê nehatiye kuştin.

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar