13 şikdarên ku di warê fînansê de ji PKKê re alîkarî kirine hatin girtin

Li Diyarbekirê 13 şikdarên ku di warê fînansê de ji PKKê re alîkarî kirine hatin girtin.

Di wan operasyonên ku di wan rojên borî li  Diyarbekirê li dijî PKKê hatibûn kirin de di warê destek û piştgirîya ku li PKKê tê kirin de hinek dokuman û daneyên dîjîtal hatibûn bidestxistin û hat îddîakirin bi belgeyan hatiye sabîtkirin ku hinek kes di warê fînansê de destek dane PKKê.

Di bergeha delîl û daneyên ku hatine bidestxistin de 53 kes bi îddîaya ku ji PKKê re desteka maddî kirine hatin binçavkirin û ji van 53 kesan tev de 13 kes hatin girtin.

Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve hatiye belavkirin de derbarê mijarê de hat ragihandin di  operasyonên ku di wan rojên borî li  Diyarbekirê li dijî PKKê hatibûn kirin de di warê destek û piştgirîya ku li PKKê tê kirin de hinek dokuman û daneyên dîjîtal hatibûn bidestxistin û  bi van belgeyan hatiye sabîtkirin ku hinek kes di warê fînansê de destek dane PKKê ku ji van kesan tev de 53 kes hatin binçavkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat ragihandin ji van 53 kesan tev de 13 kes hatin girtin û 40 kes jî hatin berdan.

Her wiha hat ragihandin ji hinek şîrketên ku hatine testpîtkirin ji PKKê re alîkarîya fînansî kirine re qayyûm hatiye tayînkirin.

ÎLKHA



İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin