15 çêlekên ku birûsk li wan da telef bûn

Li navçeya Stewra Mêrdînê birûsk îsabetê garanê kir. Di encama vê yekê de 15 çêlek telef bûn.

Hat ragihandin ku li Gundê Ehmedî ya girêdayê navçeya Stewra Mêrdînê birûsk li garanê da. Di encama vê yekê de 15 çêlek telef bûn.

Bûyer, li çolwara ku 10 km ji gund dûr e qewimî. Gor agahiyên hatine bidestxistin gavanê ku garanê gundiyan diçêrand birûsk veda. Di encama birûskvedanê de 15 çêlekên aîdê malbatên Tar, Kaya, Balikçi û Erdogan ji ber ku birûsk îsabet kir telef bûn.

Ji gundiyan Mehmet Balikçi, wiha diyar kir: “Ez debara xwe bi heywandariyê temîn dikim. Malê min bes ev çêlek bûn. Çavkaniyeke min a dehatê êdî tune. Min bi şîrê van çêlekan debara xwe temîn dikir. Ez bendewarê alîkariya dewletê me.”

Haci Şeymus Kayayê ku 5 çêlekên wî telef bûne wiha diyar kir: “Em bi heywandariyê aboriya xwe temîn dikin. Bi telefbûna heywanan me gelek zirarê dît. Em nizanin da ku çi bikin. Niha bes em ji rêvebiran alîkarî dixwazin. Ji bo Xweda bila alîkariya me bikin.”

ÎLKHA





İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin