Ev bû 80 roj ku li navçeya Sûra Amedê qedexeya derketina derve berdewam dike ku ji ber pevçûn û qedexeyan xelk kom bi kom navçê hêj terk dikin.
E.K.yê ku mezinê malbata 8 kesîtî ye û ji ber pevçûn û qedexeyan ji Taxa Alîpaşaya Sûrê mecbûr maye ku koç bike a niha di mala kekê xwe de digel 15 kesî dijîn.
Ê.K.yê ku digel malbata xwe navçê terk kiriye di derbarê mijarê de wiha axivî: “Me digot qey ev pevçûn nayên heta taxa me.Di destpêkê de komek PKKyî hat taxa me û ji me re gotin ku ‘di mijara kolana xendek û danîna barîkatan de alîkariya me bikin.’ Me jî ji wan re got ku zarokên me hene em naxwazin li vê derê pevçûn derkevin.Ji ber vê yekê PKKyî gef li me xwarin û gotin’hûn ê ji bona ku li vê derê xweserî bê sazkirin alîkariya me bikin.’ Ji ber vê yekê min ji xwe re got ku êdî li vir ne hizûr ma ne jî aramî û min dest bi gerîna xaniyê bi kirê kir.”
“Ji ber teqîna bombê psîkolojiya zarokên min xera bû”
E.K di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber ku quweta wî ji girtina xanîya bi kirê re tune bû kekê wî, wî dawêtî mala xwe kiriye û a niha jî ew û malbata xwe di mala kekê xwe de dimînin.E.K. dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li serê sikaka ku ez lê dimam teqemeniyek bi cî kiribûn.Dema ku ez li îş bûm teqemenî teqiyabû û mala min zirar dîtibû. Ji ber teqînê psîkolojiya lawê min xera bû.Dema ku lawê min êvara radikeve ji nişka ve dike qerînî û dibê bavo bombe teqiya.Her wiha zarokên min ên din jî ji van bûyeran tesîrdar bûn.Ez nizanibûn çi bikim.”
“Dema ku kesên Sûriyeyî hatin vê derê me wek xelk li wan xwedî derket, lê a niha tu kes tune ye ku li me xwedî derkeve”
E.K. di dawiya axavtina xwe de bang li kesên rayedar re kir û wiha got: “Em mexdûr in, bila vê yekê lêkolîn bikin û kesên rayedar bila alîkariya me bikin.Dema ku kesên Sûriyeyî hatin vê derê me wek xelk li wan xwedî derket, lê belê a niha tu kes li me xwedî dernakeve.Em teleb dikin bila kesên rayedar li me xwedî derkevin.Bila dengê me biçe ji kesên rayedar re, em ji ber pevçûnan mexdûr bûne.”(ÎLKHA)