18 hezar xwendekar di wextê dersê de li parkan hatin dîtin

Di sepanên ku li tevahiya Tirkiyê ji ber destpêkirina heyama nû ya perwerdehî û hîndekarariyê dest pê kir hatin kirin, 18 hezar xwendekarên ku diviyabû di wextê dersê de li mektebên bin di parkan de hatin dîtin.

Ji teref Midûrtiya Giştî yê Ewlehiyê ve li tevahiya Tirkiyê ji ber destpêkirina heyama nû ya perwerdehî û hîndekarariyê li derdora mekteban, li parkan û li baxçeyan kontrol hatin kirin.

Di kontrolên ku di navbera dîrokên 21-29ê Îlonê li derdora mekteban, li parkan û li baxçeyan hatin kirin de 7 hezar û 171 yekîne, 19 hezar û 170 polês  cî girtin û di 18 hezar û 805 parkan kontrol hat kirin.

Di kontrol û sepanên ku hatin kirin de 17 hezar û 798 xwendekarên ku  diviyabû di wextê dersan de li mektebê bana li parkan hatin dîtin û ji mekteban re hatin teslîmkirin. Her wiha li GBTya 123 hezar û 833 kesan hat nihêrtin. 224 kesên ku derheqê wan de lêgerîn hebû hatin girtin.

ÎLKHA










 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin