181 Zarok Hatin Xelas Kirin

Li Çînê Li Ser Tacîrên Zarokan Operasyonek Mezin Hat Kirin

Xeberên ajansan diyar kirin ku li Çînê, li ser tacîrên zarokan, operasyonek mezin hatiye kirin. Di operasyonê de 802 kes hatin girtin.

Li gor diyar kirina wezareta  ewlehiya qamuyê, du şebekên ku ticareta zarokan dike hatine pelişandin, serokên şebekan hatine girtin. Operasyon li ser agahiyên li klînîka li Hebeya bakura Çînê dest pê buye.

Wekî tê zanîn li Çînê tîcareta zarokan, problemek mezin e. Li bajara dewlet îzna zarokek, li gund û beldeyan jî eger a ewil qîz be, îzna du zarokan didin dêw bava. Zêdetirî van zarokan yesax e. Şebeke jî zarokan direvînin û bi perakî pir difiroşin. Li gor xeberan, par 8 hezar zarokên ku hatibûn revandin an jî ji teref dêw bavê wan hatibûn firotin, hatine xelas kirin.

Tê gotin ku kesên tîcareta zarokan dikin, tevî îdamê, cezayê giran li wan dibirin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be