2 xwehên bercêwî yên ku ji dûyê sobê bi jehrê ketibûn li ba hev hatin definkirin

Li Sêrtê berî vê çend rojan 2 xwehên bercêwî ji ber dûyê sobê bi jehrê ketibûn û her du jî jiyana xwe ji dest dabûn. Her 2 xwehên bercêwî li ba hev hatin definkirin.

Bûyer li Perwariya navçeya  Sêrtê li sikaka li pey Pazara Rûs a Taxa Nû qewimîbû . Li gor agahiyên ku hatine wergirtin  Cahîde Turk(23) û xweha wê ya bi navê Nahîde Turk(23) di heman malê de diman. Her du xwehên ku di heman malê de diman  ji ber dûyê sobê bi jehrê ketin û jiyana xwe ji dest dan.

Piştî karên otopsiyê her du xweh li Kîlîsa gundê Perwariyê li ba hev hatin definkirin.

Bi mirina bercêwiyan malbat perîşan bû. Dê Vecîde Turk diyar kir her du qîzên wê  zarokên wan ên mezin bûn û her du jî mektebê dixwandin.(ÎLKHA)










 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe