Pîreka pîr a bi navê Hayat Nergîzvîranê 65 salî ya ku ji navçeya Farqîna Diyarbekirê çûbû Êlihê 20 hezar TLyê ku ji bo neviyên xwe yên hêtîman berhev kiribû winda kir.
Nergîzvîran piştî ku qîza xwe bir li otogara Êlihê bi rê kir cuzdana xwe winda kir. Nergîzvîran dûvre bi xizmên xwe re çû vê yekê ji navenda polêsê re îxbar kir.
Nergîzvîrana ku perê ji bo neviyên xwe yên hêtîm berhev kiribû winda kiriye bang li kesên ku perê dîtine kir da ku perê wê bidinê.
Nergîzvîran wiha diyar kir: “Min ji bo neviyên xwe yên hêtîm çendîn sal pere berhev kir. Dema ku ez diçûm derekî din jî min her tim perê xwe bi xwe re dibir û tanî. Ez ji Farqînê ji bo taziyê hatim Êlihê. Dê qîza min biçûya mala xwe. Min wê heta otogarê bi rê kir. Wê demê min perê li ser xwe ya 20 hezar TLyê winda kir. Tu kesî perê ji min nedizî. Kesên ku dîtin Xweda ji wan razî bibe bila ji me re bişînin.” (ÎLKHA)