“21 hezar û 664 kes li benda neqla gurçikê ne”

Pîsporan destnîşan kir digel meha Gulanê pêdiviya 21 hezar û 664 kesanji neqla gûrçikan re heye ku ji ber vê pêdiviyê divê civak di vî warî de bê bi şiûrkirin.

Midûrê Tenduristiyê yê  Bajêra Bûrsayê Dr. Ozcan Akan di derbarê bexşîna organan de nirxandinan kir û wiha got: “ Ji bo ji bexşîna organan re teşwîq bê kirin divê hewil bê dayîn. Di halê hazir de pêdiviya 21 hezar û 664 kesan ji gurçik re, pêdiviya 2 hezar û 200 kesan ji kezeba reş re û pêdiviya 797 kesan ji qelbê re û pêdiviya 44 kesan jî ji neqla kezaba spî re  heye.”

Akan di berdewama axavtina xwe de di derheqê neqlê de wiha agahiyan  parve kir: “Neqla ji qadavrayê piştî ku kes dimre û ji malbata wê destûr tê standin re tê kirin. Di nav civakê de tê zenkirin ji kesê ku dimire neqil dikare bê kirin, lê mixabin di rastiyê de ne wisa ye. Ji bo ji kesekî neqil karibe bê kirin di vê ew kes girêdayê mekînê be û mirî be da ku ji bo neqil karibe bê kirin.”

Akan di berdewama axavtina xwe de diyar kir di sala 2016an de  564 kes bi destûra malbatên wan bûne donorên kadavra.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe