25 gundên Amedê derketina derve hat qedexekirin

DİYARBEKİR - Li Diyarbekirê ji ber operasyonên ku doh li dijî PKKê hatibûn destpêkirin li 25 gundên ku girêdayê Licê, Farqîn, Pasûr û Hazroyê ne derketina derve hat qedexekirin

Di derbarê mijarê de ji teref Walîtiya Amedê ve daxuyaniyek hat dayîn.Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat ragihandin ji ber operasyonên ku li dijî PKKê tên kirin li 25 gundên ku girêdayê Licê, Farqîn, Pasûr û Hazroyê ne derketina derve hat qedexekirin.

Li gor daxuyaniya ku hatiye dayîn navê gundên ku lê derketina derve hatiye qedexekirin bi vî awayî ne: Gundên binavê Şenlîk, Bîrlîk, Ergînkoy, Elmadere, Oyuklu, Kutlu, û Turelîya ku gîrdayê Lîcê ne, gundên bi navê Yukariturali, Akçayurt, Kaledîbî û Damlatepeya ku gîrêdayê Hênê ne, li gundên bî navê Uçbasamak, Çaldere, Keklîkdere, Gorentepe, Bayirduzu, Dagcilar û Dolaplidereya ku gîrêdayê Farqînê ne, li gundên bi navê Taşkopru, Temren, Bakirkoy û Demîrlîya ku gîrêdayê Pasûrê ne û li gundên bi nava Ulgen, Mutluca û Bayirduzuya ku girêdayê Hazroyê ne heta daxuyanîyeke din derketina derve hatiye qedexekirin.(ÎLKHA)

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye