25 Wezîfedarên Hamasê Hatin Binçavkirin

Siyonîst Îsraîlê rejîma terorê, dev ji zulm û neheqiyan bernade.

 Siyonîst Îsraîlê rejîma terorê, dev ji zulm û neheqiyan bernade. Di nav wan de 3 parlementer jî, 25 wezîfedarên Hamasê, ji aliyê rejîma siyonîst ve hatin binçavkirin.

Li gor beyana nivîskî ya merkeza lêkolînê ya heqên însan û hêsîran, ji Ramallahê Ehmed Attûn û ji El Xelîlê Xatîm Kafîşe û Muhammed Îsmaîl Et Tal yên parlementer hatine binçavkirin. Her wiha ji herêma Şerîa Rojavayê, gelek wezîfedarên hereketa Hamasê jî hatin binçavkirin.

Hat gotin ku eskerên îşgalkerê Îsraîl, li gelek belde û navçeyên Şerîa Rojavayê, wezîfedarên Hamasê girtine. Eskeran dest dane ser kompîturên merkeza saziya zekatê ya Tul Keremê. Wekî tê zanîn îna borî jî, 20 mensûbên Hamasê bi îddîa ku wê eskerên Îsraîl birevînin da ku bi girtiyên Fîlîstînê re bên pevguhertin, binçav kiribûn.

Bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar