294 malên rojane hatin girtin

Ji teref Wezareta Karên Hundir ve hat ragihandin di navbera dîrokên 20-21ê Mijdarê de 204 malên rojane hatine girtin û ji xwediyê 921 malan re jî ceza hat birîn.

Ji teref Muşavîrtiya Pêwendiyên bi Xelkê û Çapemeniyê ya Wezareta Karên Hundir ve derbarê operasyonên ku li tevahiya Tirkiyê di navbera 20-27ê Mijdarê de hatine kirin de daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniya ku hat belavkirin de hat ragihandin di nava heftiyeke dawî de tev de 645 operasyon hatine lidarxistin û di van operasyonan de 5 hezar û 256 kesên şikdar êm ku tevlî sûcên cûrbecûr bûne hatine binçavkirin.

Di daxuyaniyê de her wisa hat destnîşankirin  di navbera dîrokên 20-21ê Mijdarê de di bergeha kontrola malên ku rojane tên bikirêkirin de  tev de 11 hezar û 449 mal hatine kontrolkirin û ji van malan tev de 204 mal hatine girtin û ji xwediyê 921 malan re jî ceza hat birîn.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin