3 kesên ku derb bera cotkarê di zeviyê xwe de dixebitî dan hatin binçavkirin

Li gundê Taşqaya Şîrvana navçeya Sêrtê dema cotkarek li nav zeviyê xwe dixebitî 3 kesan derb bera wî dan. Her sê kesên derb bera cotkar dan hatin binçavkirin.

Cotkarê li gundê Taşqaya Şîrvanê îqamet dike destnîşan kir ku dema ew li nav zeviyê xwe dixebitî 3 kesan berik berdan wî. Di bûyerê de  tiştek bi tu kesî nehat. Hat ragihandin ku êrîşker hatine binçavkirin.

Li gor beyanata ku ji teref Walîtiya Sêrtê ve hat dayîn, dema A.B di saet 08:20an de li mevqiya Havûza gundê Taşqaya Şîrvanê li nav zeviyê xwe dixebitî ji hêla bakûr ve bi tivingê berik berdan wî.

Di beyanatê de hat îfadekirin ku di êrîşê de A.B ji ciyê bûyerê dûr ketiyê û xwe spartiye gundê Taşqayayê û cî hat dayîn van gotinan: “ Piştî xeber hat wergirtin unsûrên Fermandariya Cendermeyên navçeya Şîrvanê sevqî ciyê bûyerê hatin kirin. Di encama pêşlêgerînê de; li nêzîkî ciyê bûyerê ji gundê Dûrankayayê 3 kesên bi navê M.S.C, A.E, M.S.C. yên ku di erd de xwe veşartibûn hatine girtin û li ser kesên hatin girtin 2 keleşkof û tivingek G1 yên bê ruxset û muhîmatên wan hatin bidestxistin û kesên gumanbar jî hatin binçavkirin.”       

Di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku agahî hatiye dayin Serdozgerê Komarê yê Şîrvanê û lêpirsîna adlî hatiyê destpêkirin.(ÎLKHA)

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin